Tumgik
#kawa nemir
mevlutoguz · 10 months
Text
Ulyssesa Joyce bo kurdî çap bû
Tumblr media
“Kawa Nemir bi rastî jî kurm û kirasekî kurmancî li Joyce kirîye. Bi wergera xwe hewil daye sînorên di navbera zarava û devokan de rake.”
Ceribandineke min a li ser wergera Ulysses ya Kawa Nemir di edîsyona kurdî ya Le Monde Diplomatique de belav bû.
https://ku.mondediplo.com/2023/05/ulyssesa-joyce-bi-kurdi-cap-bu.html via@diplo_kurdi
2 notes · View notes
lilithsaintcrow · 5 months
Text
“To translate Ulysses into a language that few Turks could learn, Nemir thought, would silence those who mocked Kurds by saying they didn’t even have a language."
1 note · View note
kammartinez · 5 months
Text
0 notes
kamreadsandrecs · 5 months
Text
0 notes
cirusk · 4 years
Text
Sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe? / kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim, sîmetriyê nederizînim?
Na, divê qerase bêne bercestekirin sînfoniyên kulên kur, ku me diderizînin..
60 notes · View notes
serdarprmz · 2 years
Text
Ez bo janeke qerase ji dayik bûm li ber sîtavka daran:
Bîşenga min a sêwî bejn avêt,bû rêwî.
(Kawa Nemir)
2 notes · View notes
hatotsah · 3 years
Audio
yüzyıllık pencerenin yanında
bitap düştüm yılanların derisinde, üst üste pencereler açıyorum. bir şarkı değilim, bir ses değilim, bir sarsıntıyım. kılıcımı dünyanın dudaklarına kaldırabilir miyim? birbirine vurulmuş sessizlik olsun yırtılmış yığınların yanında. kaldıraçlar vücut bulmalı ahşap keman seslerinde.
çekiliyor, yıkılıyor alaca kavimler. onlardanım.
yetim olmak ne olacak, artık dünyanın kendisi olmayacak mı? eksik etmem acıların dansında başta olmayı, zaten bulanık değilim. simetriyi çatlatmayayım mı? hayır, kaldıraçlar vücut bulmalı derin yaralarda, ki bizi çatlatan
huzurlu bir okyanus oluyor alaca kavimler, kendime kıyıyım.
dönüp dönüp dönüyor eski mavi gözlü saatler. bütün baba ve atalarımdan bir yiğit ölümsüz mavilik kaldı, ellerimiz o evrende birbirine ulaşacak çöller zamanında, üst üste açılan yüzyıllık pencerelerin yanında
ölümsüz yarpuzların kokusu geliyor eski zaman yağmurlarının su kenarında. bir şarkı değilim, bir ses değilim, bir sarsıntıyım.
-
li ber pencereyên sedsalan
diedilim di çermên maran de, ser hev pencereyan vedikim. stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im! ma dikarim derziya xwe di lêva dinyayê rakim? bila bêdengiya birêkxistî be ala girseyên dirrinde. divê qerase bêne bercestekirin dengên kemanên virnî.
dikişe, dixuşe qewmê belekiyan. ji wan im.
sêwîtî çi be, êdî dinya bi xwe nebe? kil nekim destmala govenda janan, xwe nemijim, sîmetriyê nederizînim? na, divê qerase bêne bercestekirin sînfoniyên kulên kur, ku me diderizînin.
dibe deryaçeyeke aram qewmê belekiyan. ji xwe re perav im.
zivir zivir dizivirin katjimêrên kalên çavşîn. ji hemû bav û kalên min ma mêrgeke nemir î hêşîn, destên me li wê gerdûnê digihîjin hev demeke çolistan, li ber pencereyên ku vedibin bi ser sedsalan.
bêhna pûngên nemir tê ji berava kevnedemeke baranî. stranek nîn im, dengek nîn im, velerizînek im.
12 notes · View notes
bernamegeh · 4 years
Text
WERGERA PİRTÛKA SHAAKESPEARE Û BÊCİDİYETA WERGÊRÊ KURD - Lokman Polat
WERGERA PİRTÛKA SHAAKESPEARE Û BÊCİDİYETA WERGÊRÊ KURD – Lokman Polat
Diyar e pirtûkên ku li Swêdê li Stockholmê  li kurdî hatine wergerandin ji alî xwendevan û hinek wergêrên kurd ve nayê zanîn. Dibe ku haya hinek wergêrên kurd ji wergera van pirtûkên ji edebiyata cîhanê tunebe, loma jî dema pirtûkek werdigerînin her wekî ku cara pêşîn wan ew pirtûk yan jî pirtûkên filan nivîskarê cîhanê wergerandiye kurdî.
Li Swêdê pirtûkên Dostoyevskî, Çexov, Tolstoy, Puşkîn,…
View On WordPress
0 notes
mire-bilikan · 5 years
Text
Tumblr media
Amsterdam’da Ehmedê Xanî Vakfı kuruldu. Vakfın koordinatörlüğünü yapan şair ve çevirmen Kawa Nemir, ’Xanî’nin ismini Shakespeare ve Cervantes gibi sürekli inşa etmek, yüceltmek ve kurumlaştırmaktır amacımız’ demiş hayırlı olsun.
5 notes · View notes
themagikchafik · 6 years
Text
le 10 août, il y a ichon, dooz kawa et nemir, aka trois de mes rappeurs fr préférés, qui passent dans la même soirée dans un festival à sète... bien sûr je vais pas y aller parce que je suis seule et je saurai pas où dormir, mais je peux rêver quand même
1 note · View note
mevlutoguz · 6 years
Text
Kawa Nemir: Em tenê behsa ezberên xwe dikin
1/2
Helbestkar û wergêr Kawa Nemir ji Spûtnîk Kurdistanê re ragihand ku: "Ji bilî şi'ra serbest, ez formên cuda cuda yên şi’ra cîhanî diceribînim. Mebesta min ji vê yekê ew e ku, ez piştî 20-25 salan sînorên zimanê xwe, bi xwe bibînim û got: "Me exlaqekî gelekî çewt û paşketî heye ku, em tenê behsa ezberên xwe dikin."
Tumblr media
(Kawa Nemir, Janya Cafe, Stenbol)
Helbestkar û wergêr Kawa Nemir ê ku demek berê pirtûka wî ya Haiûkûyan ji Weşanên Lîsê der çû, ji Sputnik Kurdistanê re behsa cûreya haîkûyê û tecrûbeya xwe ya haîkûnivîsandinê de axivî, "Haîkû bi min yek ji wan formên dijwartirîn e. Tê de divê mirov sexberiya peyvê û kelamê bike. Yanî em bêjin ekonomiya peyvê. Ji aliyê ekonomiya peyvê ve rêjeya wê sexberiyê, wê tasarufê zêde zêde pêk tê. Têv de di nava 17 kîteyan de û di nava sê risteyan de, di wê formê de divê tu berfirehtirîn wêneyî pêşkêşî xwîneran bikî. Vêca ev yeka ku em behs dikin, ji bo zimanekî wekî kurdî gelekî zehmet e. Ji ber çi, ji ber ku jêderkên, vî zimanî zêde nehatine ceribandin. Tu bivê nevê haîkû formeke biyanî ye, ne aîdê kelepora me bixwe ye, çavkaniya wê jî ji Japonya ye. Bes yek ji wan tiştên serekî ye ku japonan diyarî dinyayê kiriye, wekî şanoya no, wek haîkû, wek hêmaya samûray û sînemaya wan û teknolojiya wan. Di warê edebiyatê de jî haîkû yek ji wan serektirîn forman e ku japonan diyarî cîhanê kiriye û bi gelek zimanan jî haîkû hatine tên nivîsîn."
‘POETÎKAYA MIN BERFIREH E, GELEK JÊDERKÊN MIN HENE'
Kawa Nemir derbarê jêderka şî'ra xwe û poetîkaya xwe de diyar kir ku poetîkayeke wî ya berfireh û gelek jêderkên wî hene, "Yê min bixwe jêderkên şi'ra min, poetikaya min gelekî berfireh in, gelek jêderkên min hene. Ji bilî şi'ra serbest, ez formên aîdê me û yên aîdê cîhanê yên diyarkirî, weke sonê, haîkû, couplet.. hemûyan diceribînim. Mebesta min jî ji vê yekê ewe ku, ez bi xwe piştî 25-26 salan dixwazim sînorên, tixûbên zimanê xwe bi xwe bibînim. Belkî jî ev e daxwazeke berewdîtina sînorên min ên takekesî yan jî belkî daxwaza hostebûnê ye. Ka bi rastî jî ez di çi de êdî dikarim xwe wek hoste bi nav bikim û zimanê xwe, sînorên vî zimanî dikarim çi qasî berfireh bikim. Haîkû jî esas di xizmeta vê yekê de ye, sone jî di xizmeta vê yekê de ye. Yanî ne go helbesta serbest têra min nake, ne go helbesta serbest jî hêsan e, yanî forma serbest ne ew e ku tu bi şêweyî serbest çi bê ber pênûsa te tu binivîsî. Di wir de jî mantiqa wê ya naxweyî ji xwe heye. Mantiqa wê ya xweser jixwe heye. Lê form��n diyarkirî xwedan matemetîkekê ne. Yanî tu pabendî wê matematîkê dimînî û tu di nava wê pabendbûnê de, di nava wê çemberê bi xwe de, tu êş û azaran û zehmetiyên wê formê dikêşî. Hem ewilî êş û azara wê yekê ewe ku tu tiştekî biyanî tînî, diceribînî ku berî te nehatiye ceribandin.
‘LI GOR DÎROKA XWE YA ŞEXSÎ Û LI GOR DÎROKA PEYVA KURDÎ, JI NÛ VE MIN FORMÊN CUDA CERIBANDINE'
Em bêjin sone, yekparetirîn kitêba min e ku ji 1996an vir de ye ez soneyan dinivîsîm. Û wekî din jixwe van salên dawî min haîkû nivîsîn. Yekem tu ji tiştê biyanî tu didiyê formeke biyanî. Du, tu bixwe yek bi yek giraniya, teqla, rîtma peyva kurdî, kelama kurdî ji nû ve, ji serî de, serê her peyvê diçerqînî. Em bêjin min kitêbeke haîkûyan çap kir, ku tê de sêsed haîkû hene. Lê yê min, nivîsîna min a haîkûyan berdewam e jixwe. Jixwe sê defterên min hebûn. Deftera pêşîn hat çapkirin. Du defterên mayî hene. Û yek bi yek em bêjin nêzîkî heşsed û çend haîkû, ku her diçe zêde jî dibin, min bixwe di nava sê rista û hivdeh kîteyan her peyvek ji nû ve, li gor dîroka xwe ya şexsî û li gor dîroka peyva kurdî bixwe, ji nû ve min ew ceribandine. Min nuans tespîtkirine. Bo nimûne ez li xwe mikur bêm ev e rastiyeke, hindek nuansên hinek peyvên kurdî hebûna ku heta niha min bi xwe şaş bikaranîne. Ez bi van formên diyarkirî ve bi van tiştan jî hisiyam. Ji gelek aliyan ve em bêjin hem avantajeke van tiştan heye, hem dezavantajeke wan heye. Lê tevî avantaj û dezavantajan jî tu tiştekî nû tîne nava kelopora kurdî."
‘EZ SÊXIŞTIYAN TÎNIM BAJÊR'
Nemir li ser pirsa di keleopra kurdî kurmancî de formeke bi navê sê xiştî heye, şibandin û cudahiyên sêxiştiyan ji haîkuyan çi ye, wiha bersiv da, "Sê xiştî jî sê risteyî ye. Bes ji bîstûçar kîteyan pêk tê. Yanî her risteyek heşt kîte ye. Ew di esasê xwe de forma kurdên me yên Xorasanê ye. Tiştên nêzîkî wê di zargotina folklora devera Serhedê de jî heye ku ew peywendiyên dîrokî di navbera kurdên me yên Xorasanê û kurdên me yên serhedê ku em bêjin wek Bakurê Kurdistanê, di ser serhedê re wek hîlalekê te zivîre heta em bêjin kurdên Mereşê jî, kurdên Semsûrê jî li xwe digre. Di nav wan de peywendiyên gelekî ecêb hene. Formên nêzîkî forma sêxiştî çawa ku li devera Xorasanê, em bêjin li Bakurê Îranê heye, li van deveran jî heye. Lewma jî em bêjin wek naverok peywendiyên wan gelekî nêzî hev e. Haîkûya klasîk jixwe piranî babet babetên sirûştî ne. Sêxiştî jî tev de babetên sirûştî. Divê mirov ku yek rabe, ku ew jî ez niha yekem car ez vê yekê dibêjim, ez bixwe sê xiştiyan modernîze dikim. Sêxiştiyan tînim bajaran. Ji ber ku min di salên 1990î de di helbesteke xwe de gotiye, di Rawestgeha Dilên Şikestî de ‘bimrim bimrim dîsa jî helbestê ji gund ber bi bajêr ve bînim' Yanî di vir de mudaxaleyeke dîrokî heye esas."
Tumblr media
‘MESELEYA MIN A ERDNÎGARIYÊ MESELEYEKE KULTURÎ YE'
Nemir wiha berdewam kir, "Niha eve meseleyeke kulturî ye. Kultur, culture, cultumeiting, culturecion, me bi xwe jî peyv raste rast xwestiye wergerînî rasterast wek çand, çandin, heta demekê di kelepora tirkî de jî peyva 'ekin' bikaranîn. Yanî girêdayî wê yekê ye ku her girêdayî erdê ye, girêdayî erdnîgariyê ye. Nigerandina erdê bi xwe ye. Yê min ev meseleya min a kulturî ya meseleya min erdnigariyê bixwe, erdnîgariya poetîk ya şi'îrê bixwe, meseleyeke bo nimûne ez bêjim Poundyen e. Ezra Pound bi xwe min gelek wergerand. Min bi xwe hewl da ku ez jî wî fêr bibim, ez çawa dikarim bergeha xwe, zooma xwe piçekî berfireh bikim.
‘DEMA EZ FORMEKÎ DICERIBÎNIM WÎ FORMÎ JÎ DIDIM NASÎN'
Nemir li ser formên cuda û ceribandina xwe jî weha got: Ji ferhenga, ji dictionariya, glossraye şi'ira min bigre heya ez bêjim babetê min, heta formên ku ez tercîh dikim ku li ser wan bişuxilim, ew qasî berifeh in. Îro ev tişt belkî zêde ye ji bo vê serdemê, yanî ji bo ku form nayên nasîn. Ez tiştekî diceribînim, ewil divê ez rabim behs bikim bê ev form çi ye? Û ji bo çi wek mebest wek ku ez niha dikim. Ji bo çi min ev ceriband. Di çarçoveya kîjan mudaxaleyê, destwerdanê de ev tişt kir, ev nayine zanîn. Lê di esasê xwe de pirseke serekî ku bersiva wê jî ev e: Ez bi xwe heta ku ji min tê, ji gelek cihok û kanalên wergerandinê, tiştên ku ez fêrbûmê, wek navekî wek Eliot, wek Pound, tiştên ku ji wan gewreyên Rojavayê ez fêr bûm ku min erdnîgariye eas gelekî Kurdistanî di nava xwe de dirust kiriye. Yanî bes edebiyat ji xwe mangetîke. Yanî em bêjin di meana pozîtif de erênî de teqlîd (mîmesîs) bixwe ye. yanî çavlêkirin e. Ê vêca ez çav li formên cîhanî dikim, ez çav li mekanîzmaya rojavayî dikim ku gewreyên ku xwe îspatkirine jixwe ev tişt anîne. Û heta ez bi vê yekê jî nehatime ser, bi vê yekê jî ez nemame, min bixwe ev gewre ên ku min bi rêya Ingilîzî wergerandine, min vana hemû wergerandine kurmancî ji xwe û ji wan tiştên ku min wergerandine, min ev qonaxa wergerê jî ji xwe re wekî qonaxa fêrbûnê dîtiye û li dûv wê jî ji bo min erdnîgariyek bixwe çêbûye. Belkî di vir de ferqeke piçûk heye ku ez bixwe xwedan wê hêz û şiyanê me ku ew jî normal e, wekî şairekî divê ewqas hêz û şiyana min hebe, ez bi xwe ji wir dikarim encaman derxim, dikarim kombînasyonekê çêkim. Dikarim bêjim ji wê têkelbûnê sînerjiyekê pêk bînim. Min ev tişt pêkaniyê. Niha zêde nayê behskirin lê bes helbesta min bixwe ewilê nîşana vê yekê ye. Ji ber ku werger bi xwe jî di xizmeta vê yekê de ye. Wergera ku ez dikim ku bi nerîna min wergerên ku min kirine jî tên zanîn, eger bi kêrî tiştekî neyên ne hewceye mirov tiştekî wergerîne. Hemû di xizmeta vê yekê de ne û nîşaneya pêkhatina vê erdnîgariyê jî helbesta min bi xwe ye. Pêdivî bi vê heye ku divê mirov wekî erdkolanekê, wek arkeolojiyekê bide dûv van tespît û van gotinan. Di vir de bi devkî ez encax dikarim van sernnavan bidim, bes ev sernav gelekî berfireh in di nava xwe de."
‘ENDUSTRIYA KU LI DORA SHAKESPEARE, PLATH, BUSON Û JOYCE AVA BÛYE ÇIMA LI DORA KANONÊN ME AVA NEBE?'
Kawa Nemir diyar kir ku endustriya li dora Shakespeare, Plath, Buson, Joyce ava bûye çima li dora çend qanonên me kurdî ava nebe. Divê em endustriyekê ava bikin lewma endustrî nebe edebiyat bixwe nabe û wisa berdewam kir, "Ewil her tişt bi hêmaya xwe dest pê dike. Ji bo ku hêmaya tiştekî pêk bê, li dora wê divê danûstendinek pêk bê. Ji bo danûstendin pêk bê jî divê aboriya wê pêk bê. Yanî çiye, ev e rasterast girêdayî hêza me ya neteweyî bixwe ye. Di warê sosyoaborî de, civakî aborî de, em bêjin leşkerî de, em bêjin terîtoryal, xakî em çi biryaran digrin, em çi qas dikarin van biryaran, heta çi astê li ser gelê xwe û li ser axa xwe bisepînin. Gava ku em bi serketin jî em dê bikaribin bi rastî jî qala qanon bi xwe bikin. Qanon yanî di edebiyata bi kurdî bixwe de, yan jî qanoneke ku xwe bispêrê hebûna kelepora me bixwe. Niha ev ji mêj ve ye em bahsa qanonan dikin, em dibêjin Xanî, bes hêmaya qanonên bixwe bi min aniha baskokirî ye. yan jî em bêjin navê wê bi xwe heyî lê esas di pratîkê de nîne. Ji ber çi, me li dora wê qanônê yan jî li dora wê hêmaya ku em qal dikin, ya ku pêknehatiye, me bi xwe endustriyek pêkneaniye. Ew ji me re nebûye pêdiviyek ku em pê bikaribin hem li ser gelê xwe ferz bikin, hem jî bikaribin bifroşine dinyayê û ji xwe re bikin hêz. Ez doza vê yekê dikim."
‘EM TENÊ BEHSA EZBERÊN XWE DIKIN'
Nemir di vê çarçoveyê de balkêşand ser ku, em li gor ezberên xwe tevdigerin û weha pê de çû: "Di vir de me exlaqî gelekî çewt û paşkevtî heye ku, em tenê behsa ezberên xwe dikin. Û heta nifşên salên 1990î divê baş bînîn bîra xwe, me bi xwe tiştên ku me dikir, me reklama wan, danasîna wan nedikir. Lê îro ro, li ber me erkeke gelekî giran heye ku divê em, berhema Xanî bi xwe bikin hêma û bi hêmayê ve wê qanonê, hundirê wê qanonê dagrin. Em bikin pêdiviyeke ku em nikaribin jê vegerin. Me tiştên weha muhim mixabin nekirin. Desthilata me ne xwedî vizyon bû mixabin. Me li ser axa xwe wek pratîka şaredariyê ya ku em îro dibînin pratîkeke têkçûyî ye bi rastî. Ne ku dewletê dest danîn ser. Ger ew pratîka têkçûyî neba, jixwe dewletê nikarîbû dest dayine ser jî. Vêce vana nekarî, ji wan nehat ku vê endûstriyê pêk bînin. Di vî warî de bi xwe gelek pêşniyarên min hebûn. Min ji wan re gelek pêşniyar kirin, min hewl da, min xwe çirçirand lê mixabin çênebû. Lê tiştê ku ez dibêjim tiştekî gelekî dîrokî û berfireh e.
*
2/2
Kawa Nemir: Wergera Ulysses mudaxaleyeke mezin e li sentaksa kurdî ya tekçûyî
Helbestkar û wergêr Kawa Nemir ji Sputnike Kurdistanê re diyar kir ku wergera Ulysses a James Joyce ya Ingilîzî bo kurdî mudaxeleyek mezin e li sentaksa têkçûyî ya kûrdî û got, "Mezintirîn û gewretirîn karê min ê wergerê Ulysses e û vê biharê me biryar daye ku ji aliyê Weşanxaneya Everestê ve bête çapkirin."
Tumblr media
Kawa Nemir di beşa duyemîn a hevpeyvîna xwe de behsa tecrubeya xwe ya wergerê û ‘mezintirîn û gewretirîn karê xwe yê wergerê', Ulysses a James Joyce û endustiriya li dora edebiyatê kir.
‘ENDUSTRIYA KU LI DORA SHAKESPEARE, PLATH, BUSON Û JOYCE AVA BÛYE, ÇIMA LI DORA ÇEND QANONÊN KURDÎ PÊK NEYE?'
Kawa Nemir derbarê endustriya edebiyatê de diyar kir ku endustriya ku li dora Shakespearê, Buson û Joyce ava bûye çima li dora kanonên kurdî ava nebe û em van kanonan bi hêmaya rasteqîn danegirin û em li dora wan jî endustriyeke pratîk çênekin û wiha axivî; "Endustriya ku li dora Shakespeare, Plath, Buson, Tolstoy û James Joyce ava bûye, me bi xwe, li dora çend kanonên xwe pêk neaniye. Lewma bi gotinê kanon nabe. Herweha ev tiştekî eleqedarê qederê ye jî. Îro ro em vê yekê hêdî hêdî pêk neyînin, sibero, ji nifşê me jî ger navên gewre, ji sal û zemanan re bimînin jî wê qedera wan jî wek ya wan be. Lewma jî em dê nikaribin vî zimanî bi serbixînin û ev ziman belkî jî dawiya dawî, em nizanin ka dê dinya bê halekî çawa, dê bikeve muzexaneyan. Tirsa min ji wê tirsê ye. Belkî helbesta vî zimanî 1200 sal e, çi qasî dabiran ketibe navê jî her hatiye nivîsîn,  Lê bes heke em van kanonan bi hêmaya rasteqîn danegirin û em li dora wê jî endustriyeke pratîk çênekin dê têk biçe. Bo nimûne tiştê ez pêşniyar dikim çiye, ev jî pir muhim e, divê bê zanîn, em nikaribin berhema Xanî Mem û Zînê em bînin bi hêmayeke rasteqîn, belkî grafîtî be, belkî tiştekî dî be, belkî gelekî îlûstratatîf be li ser fîncanan, em nekin tûra ger û geryanan, jê însan pera qezenc nekin û bajar ji ber vê hêmayê, kanonê nebe navenda hatûçoyê, ger û geryanê, hingê mixabin wê ew edebiyat jî bi ser nekeve. Bo çi îro ro saeta ku William Shakespeare, ji dayik bûye û miriye diyar e, bo çi ew textê razanê ku ew li ser miriye, hê jî wek xwe tê parastin? Li ber me nameyên John Keats hene ku di 1818an de berî mirina xwe ew name nivîsîne, hê jî metnên resen, ew kaxez têne parastin. Bo çi tiştekî ku pênc sal berê  me nivîsî be ji cenabê dostên xwe re, em neşên biparêzin? Ev rewş weha be, wê çaxê mixabin em ê nikaribin behsa vê endustriyê bikin lewma endustrî nebe edebiyat bixwe nîn e jixwe. Yanî endustrî nebe dê gilî û gazin her hebe. Em gilî û gazinan bikin em nikarin tiştekî din bikin. Lewma ez bi xwe ji berê de dibêjim lê gelek kes şaş fêhm dikin, lê eva tiştekî bêlayen e ez dibêjim. Tebîeta vê yekê ev e divê wisa be ji xwe."
‘FORMEKE DIYARKIRÎ, WÊ AZADIYÊ DIDE MIN KU BI RASTÎ EZ XWE PIR BIÊŞÎNİM Û EZ SÎNORÊN ZIMANÊ XWE TÊ DE BIBÎNIM'
Nemir eşkere dike ku gelek karên edebî bi hev re dike ku yek ji van karan jî werger e, wergerandina berhemên edebî ye ku niha bi karê wergerandina Ulysses a Joyce dike wisa behsa tecrubeya xwe ya wergerê dike, "Yê min bixwe tê zanîn ez gelek karan bi hev re dikim.Yanî di nava şeş salên dawî li ser wergera Ulyyses a James Joyce dixebitîm, lê di nav re min 13 pirtûkên din jî wergerandin. Wekî din min 3 berhemên din nivîsandin. Lê mezintirîn û gewretirîn karê min ê wergerê ji xwe Ulysses bû. Û vê biharê me qewl û qirare ku ji aliyê Weşanxaneya Everestê ve bête çapkirin. Helbet di wê navberê de wek berhemên bi xwe, ji sala 1996an vir ve ye, ez bi xwe soneyan jî dinivîsîm ku bi rehetî ez dikarim bêjim sone formeke ku gelek gelek li kurdî tê. Yanî ez bi xwe bi rehetî nebe jî bi zehmetî be jî heq jê derdikev im. Kêfa min gelekî jê re tê. Dîsa ew tespîta ku min berî niha anî, formeke diyarkirî, wê azadiyê dide min ku bi rastî ez xwe gelekî gelekî biêşînim û ez sînorên zimanê xwe tê de bibînim. Soneyên ku min nivîsîne jî heta niha dabeşî ser 3 temayên cuda bûne. Yek 25 sahneyên Mem û Zînê min hemû wek hedîyekê sonê nivîsînê û di soneyê de piranî min 11 kîte û 14 kîte bikaranîne ku 11 kîte esas a soneya klasîke. Dîsa beşê duyem yê van soneyan jî pêktên ji 20 soneyên ku tenê ji bo jinekê hatine nivîsîn, ji bo B. ya navdar hatine nivîsîn. Û soneyên mayîn jî em bêjin wekî babet, em bêjin çavpêketineke rojane em bigrin heta em bêjin babetên cihêreng wekî, xew, mirin, û nizam tiştên trajîk şadî, bextewarî çiye, em bêjin bêtir nêzîkî forma soneya klasîk in. Nêzîkî babetên soneyan klasîk in û wekû dinê jî hindek nimûne jî hene ku, ez hewl didim bi kurdî forma soneyê, bi giştî di nava çarçoveya soneyê ya giştî de, derxim katek hîn bilindtir hene. Û sone wek berhemeke yekpare ku yekparetirîn berhema min e, ez gelekî gelekî li ser şixûlîme. Ji 1996an heya 2018an, ev 22 salan 120 sone. Min qewl û qirareke êdî ez wan bidim çap kirin."
‘ÎDÎAYA WERGERA ULYSSES EW E KU HEM JI MIN RE HEM JÎ JI KURDÎ RE XIZMETEKE MEZIN BIKE, KURDÎ DERXE ASTA CÎHANÊ'
Nemir di berdewamiya gotûbêja xwe de got Ulysses mudaxaleyeke mezin e ji bo sentaksa têkçûyî ya kurdî, "Ji niha ve ez dibêjim bila gelek kes amade bin, ew dê cîhana wan a lingûîstîk hilweşe, bes bêguman çi qasî werger di xizmeta nivîsîna min bi xwe da jî be, lê xizmeta ku wê Ulysses bi xwe bike, hem ji bo min bi xwe, hem jî îdîaya vê wergerê ev e ku, bo tevahiya kurdî ku kurdî li ser asta cîhanê derkeve cihekî bilindtir û xizmeteke mezintir bike, hem ji nivîsînên min re, hem jî ji kurdî bi xwe re. Wekî din jî ez dikarim vê yekê bi rehetî bêjim ferhenga kurdî, hêza kurdî, şiyana kurdî bixwe bi tevahî bi saya serê Ulyysesa James Joyce careke din hat ceribandin. Herwiha ku çawa min di wan formên diyar kirî de, gelek nuansên ku eya niha min nedîtibûn min dîtine, lê di Ulyssesê de bi xwe de belkî sed carî bêtirî wê min bixwe kurdî, careke din careke din ceriband û min gelek wext çêbû ku ez bixwe bi rehetî li ser peyva kurdî, li ser sentaksa kurdî, baştir baştir bixebitim ku ev jî hem di wergerê de, hem di nivîsînê de serêşiya me yî herî mezin e.
‘NIVÎSKARÊN KURD GELEKÎ DÛRÎ SENTAKSA KURDÎ A RESEN IN'
Nemir: "Ji ber ku em dizanin êdî nivîskarên me yên kurd gelekî dûrî sentaksa kurdî ya resen ketine. Êdî hevoksaziya kurdî mixabin têkçûye. Ulyyses mudaxaleyeke mezin e ji bo vê yekê. Ji niha ve ez dibêjim bila gelek kes amade bin, ew dê cîhana wan a lingûîstîk hilweşe. Baş e ku hilweşe, ji ber ku ne hilweşe em careke din nikarin ava bikin. Ji ber ku xelqê me dibêje heta ku xera nebe ava nabe. Jixwe metna Ulyysesê bixwe ew e. Ji ber ku di her beşêkî da, zimanekî cihêreng hatiye bikaranîn. Em bêjin beşa ewil em bahs dikin, em bêjin beşa Ulyysesê a çenda bû, ez dibêm qey beşa 13an bû. Di wir de bi saya serê wê beşê ku jixwe Ingilîziya wê, Ingilîziya têkelî Irlandî ye, em dibên Hiberno-English, di wir de tev argoye û miadilê wê jî em bêjin, mikabilê wî zimanî jî divê kurdiyeke bi wî rengî tu bikarbînî. Xêra wê beşê û çend beşên bi wî rengî jî ew bû ku, argoya kurdî slanga kurdî yekem car bi rêk û pêk hat berhevkirin." 
‘FERHENGÊN ME TÊRA ME NAKIN'
Nemirê ku bi dehan werger kirine amajê pê dike ku ferhengên heyî têrê nakin û wisa axivî, "Ji ber ku ferhengên me, diyarin jixwe têra me nakin. Jixwe wek wergêr gilî û gazinên min sitayîşên min her tim ew in. Ferhengên me mixabin qet bi kêrî me nayên. Em çi dikin yanî ev 25 sale, yanî berî vê wergerê her min hewl daye û min her karê berhevkariyê kiriye. Tiştê ku min dîtiye kêm ew e, argoya kurdî nîne. Bi xêra Joyce me argoya Kurdî berhev kir ku dê di Rêbera Xwendina Ulyssesê de ku ew jî 750 rûpelê, beşa ferhengê heye, êdî ew ferhenga arogoyê ku ezê ji wê beşê a UlyssEsê bînim têximê wî cihî, bi cih bikim, şîorve dikim, aytimê wan yek bi yek nîşan bidim. Ev yek dê valahiyeke mezin di ferhana mezin a kurdî de dagire. A diduyan, ez bêjim, beşa 15an, me lê guhdarî kir, tev zimanê klasîkên kurdî ye. Baş e, di wir de jî miqabilî zimanê metna orîjînalê ji xwe îngilîziya sedsala 14-15ye; middle english (ingilîziya navîn e) Wergêr mesûl, berpirsyar e ku zimanekî bi wî rengî di zimanê xwe de bikar bîne. Vêca lê bes ez di vê yekê de xwe wexta ku berê xwe bidime wergerandina wê beşê, ez dê kîjan jêderkan bikar bînim? Zemanekî ku, serdemeke ku muamelaya zimanê mirî li klasîkên xwe dikin, em dibêjin hemû nifş gilî û gazina dikin, dibêjin Zimanê Cizîrî zimanekî mirî ye, zimanê Siyahpoş mirî ye —Feqiyê Teyran ne wisa ne belkî- lê zimanê mem û Zînê bi taybetî zimanekî mirî ye. Ji ber çi wisa dibêjin? Ji ber wan terkîbên kok erebî û kokfarisî em vê yekê dibêjin lê em ji bîr dikin ku ew terkîb ne erebî, farisî ne, ew kurdî ne êdî. Tu wan terkîbana dûbare li ereban farisan vegerînê ew dê fam nekin, ji ber ku êdî konteks guheriye û bûye hurr bûye."
‘BI TIŞTÊN BÊESAS ÊN WEKE ZIMANÊ CIZÎRÎ ZIMANEKÎ MIRÎ YE, EM BEŞEK JI KELEPORA ZIMANÊ XWE ÇOL DIKIN'
Nemir wiha berdewam kir: "Em bi van tirsan, bi van tiştên beasas ji xwe û ji beşek kelepora zimanê xwe em çol dikin, tune dihesibînin. Min bixwe, helwesta min li hemberî vê yeka ha ku em behs dikin, her tim berevajîbûn, ew ziman zimanê zindî ye, ji ber çi, ez jî yek ji wan kesa me ku baş tê bîra min 20 sal 30 sal berê, di zaroktî û pêşxortaniya min de nifşên berê ew ziman bikar dianî. ‘Kemera xezebê bestin'çi ye? Xanî bikar tîne. Di eslê xwe de ev terkîb ji erebî tê lê eva kurdî ye; ji ber ku me ‘bestin' lê zêde kiriye, ‘xezeb' lê zêde kiriye.. Lewma jî wê beşê kir ku ez bixwe wek şexs zimanê xwe yê takekesî pêşdetir bibim, biherim û piçekî kawdanekê têximê, geştir bikim. Pêdiviya vê yekê jî xwendin bû. Min bi salan hemû klasîkên kurdî min ji nû ve ji nû ve xwendin. Jêderka wê beşê, ziman bi tenê ne Mem û Zin e, Cizîrî, Bateyî, Ehmedê Xanî ye, hetta hindek şa'ir û edîbên di serdema klasîk de zêde ne girîng in jî. Metnê bi awayekî bi sirûştî ez dehfdam ku bixebitim. Karê wergêr çi ye? Karê wergêr xebat e ji xwe, karê romanûs xebat e ji xwe, karê helbestkar şa'ir xebat e ji xwe.
‘BILA KES BÊYÎ XEBAT BEHSA TIŞTEKÎ NEKÊ'
Nemir: "Mesele ez bixwe ne weke şîret bes weke pêşniyarekê dibêjim ez di bextê we de me bêyî xebat behsa tiştinan nekin. Ulysses dê rê li bar van geşedanên mezin veke. Paşxana wê jî xebatên dûr dirêj û giran hene. Heta ku min dest bi wergerandina Ulyssesê kir di sala 2012an de, bîst û çend sal tenê salên amadekariyê bûn, mi nêzîkî 80 berhem wergerandibûn, berhemên Shakespeare jî di nav de hemû weke lahênaneke weke îdmaneke weke amadekariyekê bûn. Ulysses metneke ku cîhana wê gelek berfireh e, her tişt tê de heye. Bo nimûne beşa 8an a Ulyssesa mijar tenê Hamlet e. Bes min bi salan ji xwe Hamlet wergerandibû, weşiyabû, bûbû şano, ez bi xwe jî derketime ser sehnê. Wergerandina wê beşê hêsan bû bo min, hema bê min copy paste dikir, tabî Joyce gelek replîkên Hamletê deformê kirine bes min ew beş gelekî hêsan wergerand ji ber ku di meseleya Shakespeare de piçekî melevaniya min heye, pisporiya min heye. Bi vî hawî çîrokeke wiha, ecêb e, çîrokeke jiyanî ye lê li dû van tiştan ez dibêjim dê ev metn dê ji wergerê bêhtir bibe tiştekî dîtir. Dê bihêza destêwerdêr, dest tê werde, mudaxle bike ku berê zimanê kurdî bide berekeke dîtir ya jî deverek dîtir."
‘MIN BI XWE FERHENGEKE INGILÎZÎ-KURDÎ AMADE KIRIYE, MAYE KU BIDIME SER HEV Û ÇAP BIKIM'
Namir di dawiya hevpeyvîna xwe de destnîşan kir ku wî ferhengeke kurdi û ingilîzî amade kiriye û dibêje ku ez dikarim bibêjim ku maye ku em bidine ser hev û çap bikin, "Min bi xwe Ferhena kurdî-kurdî na bes Ferhenga ingilîzî kurdî amade kiriye. Ew jî tev de encama hemû kar û barên min en wergerê ye. Maye ku ez bixwe piçekî li ser ferhengnasiyê (Leksikografi) bixebitim. Di serê min de êdî zelal e, rastî milmilaneya kelama kurdî peyva kurdi û ingilîzî çi ye? Evana hemû zelal in, tevî nuansên xwe em bêjin kite kitên xwe, ciyawaziyên xwe, ez dikarim bibêjim ku maye ku em bidine ser hev û çap bikin, ferhengeke gelek berfireh e. Di wir de jî nimûneya min mezintirîn ferhenga ingilizî webster e. Tenê kurdî û zimanên din bêhtirî 70 ferhengî berdestê min hene; ên çapkiri, çiqas hebin min berhev kirine, ên ku çapê wan tune bin min fotokopiya wan girtiye. Wekî din em bêjin ferhengên ingilîzî ên sereke ji 100î bêhtir ferheng ber destê min hene. Ez bi xwe di vî warî de baweriya xwe bi înternetê jî nayînim. Heta j imin tê ferhena mezin a ingilîzî webster salane tê revizekirin. Aniha halê wê dayî 25 kîlo ye Tu nikarî rahêjiyê, divê rehleyek deynê ber xwe û bidî ser û wisa bikar bîne. Heta ji dest min tê ez halê wê yê revîzekirî distînim. Hersal bi qasî hezar û hezarûpênsed tiştê lê zêde dibe. Mine w ferheng weke asas ji xwe re girtiye. Eger rojekê weşanxaneyek xwe bide ber çap bike, ez dikarim di şeş mehan de gişî weke metn, weke ferhang amade bikim û pêşkêşî wan bikim."
Tumblr media
Hevpeyvîn ligel Fethullah Ozmen 
*Ev hevpeyvîn cara ewil di Spûtnîk Kurdistanê de wekî du beşan hatiye weşandin. (08-09/01/2018)
2 notes · View notes
payizok · 7 years
Photo
Tumblr media
Di derengiya şeva doh de tu çûyî delalîka ber dilê min. Em ranezan hetanî çarê sibehê; bi westandin, bi kêfxweşiya fikra vegera te ya mehek şûn de em li benda balafira te man. Di nîveşeva çûyîna te de ronahiya lampeyên kolan û sîkakên teng û bi fetlanok ser me de dirijiyan.  Siyên me bêyî destê hev berdin li kêlaka me dimeşiyan, di naverasta rêya vala de. Car caran taxsiyên serzer siyên me ten didan piyarêyên teng. Di dawiya rêya mişttarî de me hev maçî kir. Wek helbesta Turgut Uyar me jî got; şabaş ji xwedê re, ev tarî pir baş e. Çawa be kes li kolanan tune ye, çawa be emê hev maçîkin. Me hev maçî kir lê kolan bi erebên ji warên xwe terqilîne tije bûn...
Tu siwarê teyarê bû û çûyî. Di çavên te de bêxewî û li ser porên te şiliya piştê hevşabûna xatirxwastinê. Min nedixwet tu bi xwe re nearamiya li pişt xwe hîştina kesek bihêlî, ger dihêlî maçîkirinên xwe, turtaya bi sêv, mûfîna bi kremşantî bihêle. Yek jî kulîlka kalenşo ya te di rojbûna min de stendibû. Ha divê em bêhna te ya hevhembêzkirinê jî ji bîra nekin.
Hekes li ser çûyînê helbestan dinivîse min jî li ser "mayîna" te helbest xwandin. Pirtûka Kawa Nemir ya bi bergê turûncî, Bîşenga Deşta Dûr. Xweşa min çûn helbestên wî , divê meriv bêyî gotegotan gohdar bike bala xwe bide ser berheman. Ev çend sal e ji ber gotinên "ev camêr giran dinivisîne, meriv tu tiştek jê fam nake" min jî xwe ji xwandina wî dûr girtibû. Na, tiştek wanî tune ye. Bi zimanê me şîr jê mêjiyaye dinivîse. Ka binêr min çi dît di nav rûpelên pirtûkê de! Helbesta bi navê "Heşterxan"
"çav diqilpîne qesas
dil payîzok
hêvî cot-gemaro
welat dîaspora
werz pûk
biratî sînfoniya wîqewîqê
..."
û risteyên din ên min jê hez kir:
"li ba me, li wan deran / bîstê Adarê zivistan e / bîst û yekê wê, li baxçe bihar e" (r. 20) "Li rêyeke digerim da ji bavo hez bikim" (r. 27) "fena ku pîrejinek sûretê mêrê xwe yê mirî her veşêre" (r. 30) "diçim bajarekî nû / pê dizanim / ez ê li wir jî binivisînim / tûrikên min mişt bi tîpên xav" (r. 63) "Lawik karker e, qayîşê bi heft duwelan re dikêşe / Da bi bahayê gulekê, xal û xetekî ji gerdenê binoşe" (r. 66)
Heta nameyeke din bi bêrîkirin û bi helbestên payîz tê de derbas dibin bimîne.
Nasnav: kîp-dargerînk-hewranî-bîşeng-şêstper-masûlke-raperîn
bîstûhefthezîranduhezarûhevde
2 notes · View notes
sizekitap · 6 years
Text
Morana Gerdüne - Baye Labüte
Morana Gerdüne – Baye Labüte Kawa Nemir Lis Basın Yayın
Kerenqpera jar
devamı burada => https://goo.gl/P3f2pz
0 notes
fbugursariboga · 7 years
Audio
https://soundcloud.com/erol-saybak/disa-raperin
0 notes
sanesin · 7 years
Photo
Tumblr media
min ji we re behsa rihanên ber devên geliyan dikir rûbarên esmanî, çemên ku miriyên me hilanîne behrên kûr, ku diteyîsin li binê bijangên me me xwe avêtiye bextê birrekên xwekuştinê yên tûj em diçin, şoriya zeryayê; em diçin.. Kawa Nemir - Rawestgeha Dilên Şikestî
0 notes
st-silvestr · 9 years
Text
Bahar Ağacı
Bir güzel tutunmuş Bahar ağacı. Bahar ağacı Bir içim su, Eksiği yok, fazlası var. Yaş, körpecik dallar Ağıtlar da ağıtlar Yasa bürünmüş dille. Ama bir dal var ki sessiz sedasız, Bir dal ki kalakalmış cansız, Hışırdamıyor bile.
Yapraktan yoksun, Renkten yoksun, Ah, dal ölmüş. Bu yüzden anlamıyorum Diğer dalların sesleri Gülüş mü, ağlayış mı diye. Bunu anlamamaya anlamıyorum da, İyi anlıyorum Bahar ağacını: Hayranlıkla, Yüreciğindeki hasretle Yüklenmiş dalın “cenaze”siyle, Taşımakta onu bile bile. El vermiyor yüreği Dalın düşmesine, Ölü dalsa Bu bahar…
1956
Fêrîkê Ûsiv Kürtçeden: Kawa Nemir
2 notes · View notes